المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA ASAYÎ YA ŞAXÊN BI SER WÊ VE LI DARXIST..

0 64

Di roja şemiyê 16.1.2021ê de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî ya şaxên bi ser wê ve li darxist.

Herwiha di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan Û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha piştre serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef bi xêr hatina hemû endaman kir û rewşa rêxistinî gengeşe kir û tekezî li ser firebûna şaxê bajar û gundan kir.

Herwiha serokê xwecihiyê, mamoste Idrîs Şêx Xelef,rewşa siyasî şirovekir.

hemû bûyerên siyasî yên nû li ser qada Sûriya bi giştî û ya herêmê bi taybet anî ziman.

Herwiha civatê bi taybet li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de gengeşekirin.

Herwiha Serokê xwecihiyê rawestiya li ser êrîşkirinên herî dawî li ser ofîsên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,(Amûdê,Dirbêsiyê û ofîsên partiyên bi ser ENKSê ve) ji aliyê nenasan ve,û rawestiya li ser ragihandinên serokê şanda PYNKê û axaftinên wî ye xerab di derheqê  Pêşmergên Rojava de.

Herwiha serokê xwecihiyê diyarkir ku ev karên xerab nikarin ENKSê rawestînin li ser kar û xebata wê ya piroja neteweya kurdî û li ser yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Sûriya ya ku ev danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha Serokê xwecihiyê rawestiya li ser Eniya Aştî û Azadî û diyar kir li ser firebûna wê ta hemû pêkhatiyên herêmê tevlî wê bibin bi awayekî laşekî opozisyonê  ji bo parastina mafê gelê kurd û hemû pêkhateyên herêmê.

Herwiha Serokê xwecihiyê,rawestiya li ser têkiliyên ENKSê bi opozisyonê(Itîlaf) re.

Herwiha ji aliyekî dî jî,cîgerê serokê xwecihiyê hin mijarê siyasî yên cûda gengeşe kir.

Herwiha di dawiya civatê de,serokê xwecihiyê spasiya hemû endaman kir li ser pabendbûn û beşdarbûna wan bi hemû çalakiyên xwecihiyê.

 


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.