المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTIN, XELEKEK GENGEŞEYÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO HAT LI DARXISTIN..

0 81

Korbenda Çaksazî û guhertin di xelekek nû de,Xelekek bi navnîşaniya(bûyer û agahiyên jibîrkirî li Cezîrê ) li darxust li bajarê Qamişlo..

di roja Şemiyê 6.1. 2021ê de,li navenda korbenda Çaksazî û guhertin,li Kurdistana Sûriya,li bajarê Qamişlo hat lidarxistin,bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebd-elrehman,endamên korbenda Çaksazî û guhertin.

Di derbarê vê yekê de,mamoste Kazim Xelîfê endamê rêveberiya korbenda Çaksazî û guhertin ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

“Di roja Şmiyê 16.1.2021ê de,li bajarê Qamişlo li navenda korbenda Çaksazî û guhertin , Fêrdanek bi navnîşaniya ( Bûyer û agahiyên jibîrkirî li Cezîrê )
M.Beşîr Sedî pêşkêş kir.

Herwiha gotarbêj M.Beşîr Sedî bi awayekî zanistî û berfire gotara xwe şirovekir.

Herwiha mijar hat gengeşe kirin ya ku hatibû pêşkêş kirin ji hêla mamoste Beşîr Sedî,û têde nexşe û wêne diyar kir û tekez kir li ser hebûn û hevgirtina hemû pêkhateyan û bi çi awayî parêzgeh û bajarokên xwe ava kirine,û qonaxên têde derbas bûne.

Herwiha di gotarê de,mamoste Beşîr Sedî bûyerên giring yên li Hesekê,Dirbêsiyê, Amûdê û Tirbe spiyê çêbûne,û bûyerên siyasî yên diyar ji destpêka welatê Sûriya û ta roja îro anî ziman”.

Herwiha Xelîfê got jî :

“Piştre deriyê gengeşeyê vebû ji aliyê hemû beşdarbûna ji rewşenbîran û ramiyariyan ji hemû pêkhateyên herêmê”.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.