المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xelkên Kurdistana Sûriyê gazinan ji kêmbûna xizmetguzariyan dikin..

0 123

Li Kurdistana Sûriyê gilî û gazinên xalkê ji kêmbûna xizmetguzarî û hêmanên sereke yên jiyanê berdewam e, wek qutkirina av û eletrîkê li piraniya taxên bajarê Qamişlo û ev yek dibe cihê pirsgirêkê li cem hemwelatiyan…

Û herwiha di derbarî mijara kêmbûna dabînkirina xizmetguzariyên jiyanê malpera ENKSê nerînên welatiyên şopand û wiha anîn ziman:

Welatiyek ji nava bajarê Qamişlo got ev demeke baş e av li ser piraniya taxên Qamişlo hatiye birîn û êdî xelk zehmetgêşiyan dibînin û bandorê ser rewşa welatiyan dike , ku av yek ji pêwistiyên sereke ye di jiyana mirov ye rojane , û herwisa berdewam kir ku em bi hêviya çareseriyek ji kirîza avê re were dîtin …

 

Û her ji rexekî dî ve zehmetî û gazinên xelkê ji qutkirina eletrîka niştîmanî û bilindkirina nirxê ampêran jî derdikeve holê…

 

Û ser vê babetê welatiyekî din ji malpera ENKSê re ragihand û anî ziman: ku di rojê de tenê demjimêrek eletrîka niştîmanî tê û carinan di rojê de bi yek carî tê birîn, tenê” 8″ demjimêrên eletrîka empêrên jeneretora dibînin , û her berdewam kir gotina xwe ku her empêrek bi “3500” lîreya Sûrî bû, lê niha nirxê her empêrekî bûye bi “4000” hezar lîreyên Sûrî, û ev barekî giran ser malbatên hejar û ên bê karin bandor dike , û ji xwediyê jeneratoran dixwazin nirxê empêran ji wisa erzantir bikin..

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku roj bi roj hêla hejarî li Kurdistana Sûriyê ber zêde bûnê ve diçe ji aliyê kêmbûna dabînkirina xizmetguzariyên jiyana mirov yên rojane….

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.