المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENKSê Civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo lidarxist..

0 93

Îro roja înê 13ê Tebaxa 2021an, demjimêr 10ê sibehê encûmena niştîmanî ya kurdî li Sûriya, li ofîsa PDK-SÊ ya rojavayî Qamişlo civîna xwe ya asayî lidarxist ..

Û ev yek bi beşdarbûna serokê encûmenê M” Si’ûd El-mella” û bi hazirbûna endamên desteya serokatiyê û herwiha endamên emîndariya giştî ya ENKS ê.

Û di vê civînê de ser babetên giring yên girêdayî bi rewşa siyasî rawestiyan û gengeşkirin….

Û  bi awayekî berfireh derbarî rewşa siyasî ser qada Sûriyê û rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê bi giştî gotûbêj kirin…

Û her agahiyên zêda derbarî naveroka vê civatê de M” Fesla Yûsif” endama desteya serokatiya ENKS ê,ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

” Ku îro di 13″ Tebaxa 2021an, li ofîsa PDK-SÊ ya rojavayî Qamişlo encûmena niştîmanî ya kurdî li Sûriya civîna xwe ya asayî li darxist ..

û di vê civînê de xalên girin derbarî rewşa siyasî û rêxistinî baş rawestiyan” .

Her M ” Yûsif ” got jî :

” bi giştî li ser pêşveçûnên herî dawî yên siyasî derbarî naveroka diyalokên kurdî kurdî di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên Yekîtiya niştîmanî kurdî gengeşkirin û herwiha ser rol û xebata ENKS ê û piştevaniya wê derbarî lihevkirin û yekrêzî û yekhelwesta kurdî di nav danûstandinan de ku dikeve di ber xizmet û berjewendiya gelê kurd de li Kurdistana Sûriyê ,
Û weku encûmena niştîmanî tekes kirin ser berdewamiya va danûstandinan “.

 

Û herwiha ji rexekî dî ve M” Yûsif ” anî ziman ku di civatê de ser kar û çalakiyên Eniya Aştî û azadî di rojên bê de gotûbêj kirin..

Û M, “Yûsif “berdewam kir di gotina xwe derbarî naveroka vê civatê de ku ser berdewamiya binpêkirinên ku ji aliyên komên çekdar ve têne kirin li derheqê miletên Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Spî de baş rawestiyan…

Û herwiha weku M, Yûsif ” behis kir ku di civatê de ser kongirê 4emîn yê encûmenê hat behis kirin ku di demeke nêzîk de were li darxistin….

Û ji aliyekî dî ve amaja pê kir ku ser rewşa kurdan bi giştî di civatê de anîn ziman taybet di vê qonaxa hestiyar de ya ku milet têde derbas dibe li Kurdistana Sûriyê…


Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.