المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xelk gazindan dikin ser Firokên Rûsî ..!!

0 65

 

Pîştî êrîşkirina Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve,bi ser herêmên Kurdistana Sûriye,balafir û firokeyên cûda li ser ezmanê herêma Kurdistana Sûriye difirin.

Her wiha Ji ber dengê firokan hin ji xelkên herêmê jî jiyana xwe ji dest dan

Lê tiştê herî balkêş ji destpêka heyva 12 berfanbarê sala 2019an, firokeyên Rûsiya li ser ezmanê gundewarê Dirbêsiyê pir nizim difirin bi awayekî berdewan û cavdêriyê dikin , Û xelkên herêmê dikevin metirsiyê ji nêzîkbûna wan .

Di derbarê vê yekê de,welatiyekî ji herêma gundewarê Dirbêsiyê navê xwe neda nasîn ji malpera me ya ENKSê re axivî û anî ziman:

“ji destpêka heyva 12 an ,firokeyên Rûsiya li ser ezmanê herêma me bi nizmayî difirin û em gelekî ji şêwê wan ditirsin”.

Her wiha welatî axaftina xwe berdewam kir û got :” min bi çavên xwe dît firoke di bin têleyên êlêtrîkê de derbas bû” .

Her wiha welatî di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ji civaka navdewle ku ev firoke bi şêwakî rêzdarî kar û xebata xwe bike,

Bi taybetî ku  zarokên dikevib metirsiyê de , Û berî demekê du jinan ji vê herêmê ji ber dengê firokan jiyana xwe ji dest dan.

Hêja ye gotinê ku ezmanê herêma Kurdistana Sûriye piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, Hemû cûreyên firpkan li ser ezmanê wê şev û roj tên firandin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.