المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser hevkariya Kurdistanê bo seqamgiriya Iraqê kir

0 66

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê kom bû û rewşa xwepêşandanên Iraqê, pirsa koçberan û hemahengiya di navbera herdu aliyan de gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê li gel Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê civînek encam da û di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê, guftugoyên di navbera aliyên siyasî de bo pêkanîna hevpeymaniya firaksiyonên Kurdistanî li Bexdayê û guftugoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêşkirin ji ber hêsankarî û hevkariya Herêma Kurdistanê bo karûbaran û girîngîpêdana Herêma Kurdistanê bi rewşa koçber û penaberan taybet jî wan penaberên ku ji ber dawîn şer û êrişên li Sûriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê bilind nirxand û hemahengiya di navbera Yekitiya Ewropa û Herêma Kurdistanê di warê hevkarî û alîkariya bo koçberan dupat kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê kombûnê de, nirxandin li ser rûdanên li navçeyê bi giştî û xwepêşandanên li Iraqê bi taybet hatiye kirin û herwiha rewşa navçeyên nakok û deşta Neynowa ji mijarên wê kombûnê bûne.

Leave A Reply

Your email address will not be published.