المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIRKIYA Û ÇEKDARÊN GIRÊDAYÎ WÊ BERDEWAMIN BI TOPBARANKIRINA GUNDEWARÊ EBÛ RASÊN Û TIL TEMIR..

0 74

 

Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecihî ji berî çar rojan de, gundewarê bajarokê Ebû Rasên û Til Temir tên topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

 

Herwiha li gorî agahiyan gundê nêzîk yê dikevin bakurê Til Temir û başûrî bajarokê Ebû Rasên hatin topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

 

Di derbarê vê yekê de, welatiyekî bi navê bavê Diyar ji devera Zirganê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û got:

 

“Îro sibehê Pevçûn piştî rojeke aram nû bûn, û artêşa Tirik û komên wê bi topên giran û topên hawanê gundên Dirdara , Micêbra, Til werd û Til Şînan û hin deverên din, ji bilî stasyona elektrîkê ya li bakurê Til Temir, li nêzî baregeha Rûsî, armanc digirin.

 

Herwiha di encama wê topbarankirinê de, nişteçiyên van gundê ji xaniyên xwe derketin û pir ziyan gihişt wan”.

 

Herwiha nişteçiyên Zirganê gazinan dikin ji civaka navdewletî û bi taybet her du welatên zilhêz ( Emrîkan û Rûsiya) , Heta kengî wê herêmên me werin topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.