المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA ŞÊWIRMENDÊ SIYASÎ LI BALYOZXANEYA ELMANIYA LI TIRKIYÊ BI NÛNERÊN ENKSÊ RE.

0 86

Di roja Yekşemê 15.8.2021ê de,civînek li Istembolê pêk hat, şandeyek ji Balyozxaneya Elmaniya li Tirkiyê bi serokatiya Sekretêrê Yekem Tûmas Olbrîş û nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd di Itîlafa Sûrî de, bi serokatiya cîgerê serokê Itîlafê D.Ebdulhekîm Beşar û her du endamên destaya siyasî D.Zûhêr Mihemed û M.Ebdela Gedo hatin ba hev.

 

Di civînê de çareseriya siyasî ya navneteweyî ji bo krîza Sûriyê hat gotûbêjkirin, piştî ku rejîmê hilbijartinên serokatiya xwe yên ne rewa û ne zagonî ku ji biryarên navdewletî yên derbarê çareseriya navdewletî ya ji bo Sûriyê dûr e.

Û rewşa parêzgeha Derayê rola Rûs û bêdengiya civaka navdewlet jî hat gengeşe kirin.

Herwiha di hevdîtinê de, rawestiyan li ser rewşa koçberên ji herêma Efrînê, ku ji kampên Şehba û yên din vedigerin malên xwe, û zehmetiyên ku ew di vegera xwe de didin,
Herweha di nav de, tekez kir ku pêdivî ye ku alîkarî ji kesên ku vedigerin malên xwe bibe ji hemû aliyan û Elmaniya yek ji wan e.
Û di vê bixebitin da ku karûbar û ewlehiya pêwîst peyda bikin, û mercên ji bo vegera ewledar a penaberan peyda bikin ji xelkê Serê Kaniyê, Efrînê û yên din, ji bo rawestandina binpêkirinan û vegerandina milkên, û divê rayedarên Elman zextê li PYDê bikin da ku niştecihên Efrîn û Serê Kaniyê vegerînin malên xwe.

 

Di civînê de herwiha pêdiviya çareserkirina pirsgirêka pompa avê ya Elok ku pir caran tê sekinandin û av ji şêniyên Hisiçayê bêpar kirin hate nîqaş kirin.

Herweha di civînê de zehmetiyên diyaloga Kurdî jî hatin vegotin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.