المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIL TEMIR : XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ SERDANA OFÎSA YEKÎTÎ KURDISTANÎ KIR.

0 92

Di roja şemiyê 26.2.2022an de,şandek ji xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,serdana ofîsa Partiya Yekîtî ya Kurdistan -Sûriye ya li bajarê Til Temir kir.

Herwiha Şand ji serokê xwecihiyê M.Umer Emo,M.Idrîs Şêx Xelef,M.Elî Fetah û M.Nîzamedîn Elîko ve,pêk hat.

Herwiha şand ji aliyê endamên rêxistina Til Temir ya Partiya Yekîtî ya Kurdistan-Sûriye ve,hatin pêşwazî kirin.Û bi germî bixêr hatina wan kirin.

Herwiha her du alî rawestiyan,li ser topbarankirinên rojane ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, li ser bajarê Til Temir û hêla Zirganê bi awayekî zelalmendî.

Û ji aliyekî dî ve,her du alî bi awayekî berfireh rawestiyan li ser rola ENKSê ji alyê piroja wê ya netewî û kar û xebata wê jî hat nirxandin.

Û ji aliyekî dî ve,mijarên giring ji aliyê her du aliyan ve,hatin gotûbêj kirin.

Di dawiyê de,endamên rêxistina Til Temir ya PYK-Sê ,spasiya xwecihiya Dirbêsiyê kirin û kêfxweşiya xwe li ser serdana wan dan diyar kirin.Û tekezî li ser van serdanên bi nirx kirin bi taybet di vê qonaxa hestiyar de.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.