المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 2emîn ser Koça dawî ya Hunermend Se’îd Yûsif, Ronahiyek ser Jiyana wî ..

0 123

Hunermendê navdar Mîrê Bizqê “Seîd Yûsif ” di nav çivaka kurdî de bi hestê stranên xwe yê neteweyî û welatparêzî êş û derdê miletê kurd ji cîhanê re diyar kir , ji bilî stranên Evîniyê ..

Û herwiha hunermendê kurd ” Seyîd Yûsif ” di dibistana muzîka kurdî de xizmet di warê neteweyî û ziman û stranan de Jiyana xwe derbas dikir,

û di vê derbarê de gelek berhemên wî hatin tomar kirin û ji vê yekê êdî bû xwedan dîrokeke dewlemend di hunera kurdî de bi nivîsandin û gotina stranan bi saz û awazên xwe, yê ku her dem di dilê kurdan de zindî bimîne.

Hunermend Mîrê Bizqê “Seyîd Yûsif “, di warê hunerî de navê wî li deverê û li cîhanê hatibû naskirin bi stranên xwe yên Evînî û Neteweyî bi dengê xwe yê zelal û xweş.

Û ji rexekî dî ve hunermend “Seyîd Yûsif “,gelek xelatên rêzgirtinê ji bo xebata wî ya hunera kurdî ji dezgehan di warê muzîkê de bi dest xistibû.

Lê di roja çarşemê “26”ê sibata 2020″an , weke îro berî 2 salan, hunermendê kurd “Seyîd Yûsif “li nexweşxaneyeke Tirkiyê ji sedema nexweşiya Penceşêrê Jiyana xwe ji dest da.

Û di “29”sibata 2020 an,de termê Hunermend Seyîd Yûsif bi riya deriyê sêmalka derbasî Kurdistana Sûriyê bû û bi merasîmeke bi çoş ji aliyê milet û kesayetên siyasî û rewşenbîr û rêxistinan ve hat pêşwazîkirin û li goristana “Qidûrbek “, bi xakê hat spartin.
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.