المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIL TEMIR : NISRÎN ÇETO BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA RAGIRTINA TUNDÛTÛJIYÊ DIJÎ JINÊ SEMÎNAREK BI RÊ VE BIR..

0 68

Di roja çarşemê 25.11.2020an de,rêxistina jinê ya PYKSê li bajarokê Til Temir bi boneya roja Cîhanî ya ragirtina Tûnd û tûjiyê dijî jinê li navenda Cegerxwîn mamosta Nisrîn Çeto seroka ofîsa Jinê ya navendî ya PYKSê semînarek bi navnîşaniya azar kirina dijî jinê li darxist.
Herwiha bi beşdarbûna hejmarek ji jinan  li bajarokê Til Temir.

Herwiha Çeto di semînarê de,hemû zordarî û stemkarên cûda yên ku berengarbûnî jinê bi giştî dibin û bi taybet jina Kurd li Sûriya û ya Sûrî ,anî ziman.

 

Herwiha Çeto di semînarê de, hemû rengên azar kirin û tund û tûjîya siyasî û malbatî û mêranî jî yên di derheqê jinê de dibe anî ziman.

Herwiha Çeto di dawiya semînarê de,hêvî kir ku kirîza Sûriya bi awayekî siyasî çareser bibe.

Û aramî û ewlehî çêbibe ta malbatên koçber û penaber vegerin û dawîkirina arîş û derdên jina Sûriya bi giştî û bi taybet jina Kurdî bi dawî bibe.

Wek tê zanîn,jina kurd li Sûriya pir astengî û hemû cûyerên azar kirinê dîtiye.

Di destpêkê de,ji ber aliyê siyasî ji ber neteweya xwe ya kurdî,

Ji ber vê yekê ji hemû mafên xwe yê neteweyî bêpar bûn,  û hin ji wan jî heta ji mafê mirovahî jî bêpar bûn.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.