المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILAXA-ALIYA : ENCÛMENA XWECIHÎ YA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST.

0 95

di roja yekşemê 29.11.2020an de,encûmena xwecihî ya Çilaxa ya pakrewan Nisredîn Berhik ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li ofîsa xwecihiyê li bajarokê Çilaxa li dar xist.

Di destpêkê de, xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Piştre li ser lîsta kar gengeşe kirin.
Her wiha rewşa rêxistinî hat gengeşe kirin,

di derbarê rewşa rêxistinî,rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdar bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emîndariya giştî ya ENKSê.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di nava cemaweran de”.
di derbarê rewşa rêxistinî,raporên şaxan hatin xwendin û li gorî raporê wan hat vegerandin û tekez bû li ser rola encûmenên gundan û bi çi awayî karê wê pêş bikev û Pabendbûna civatên mehan e.
Her wiha xwecihî rewşa abûrî bi hemû rewşên giştî gengeşe kirin wek rewşa civakî û tenduristî li Çilaxa û gundewarê wê.

Her wiha civatê rewşa siyasî gengeşe kirin bi taybet li ser encamên têgihiştinên danûsitendinên di navbera ENKSê û PYNKê yên tên kirin û tekez kirin li ser pêwîstiya zûbûna serkeftina van danûsitendinan.

Ji ber ku wek tê xuykirin wê herêm pir guhertin têde çêbibe di dema serokê Emrîkan de Co Baydin.

Herwiha Xwecihî rawestiya li ser serdana şanda serokatiya ENKSê ji bo herêma Kurdistana başûr.
Herwiha civat rawestiya li ser serdanan û hevdîtinên şanda Eniya Aştî û Azadî bi welatên xwedî bandor li ser rewşa Sûriya.

Herwiha civatê di dawî de,spasiya serokatiya herêma Kurdistana başûr kir li ser piştgirtî û piştevaniya wan bi birayên xwe yê kurdên Kurdistana Sûriya.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.