المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEVGERA ÇAKSAZÎ DAXUYANIYEK BELAV KIR , DER BARÊ DERKIRINA MALBATA HEWAS EGÎD …

0 83

Tevgera Çaksazî Daxuyaniyek belavkir , derbarê dûrkirina malbata Endamê wê ji Tirkiya, û ev naveroka wê Daxuyaniyê ye :

“”Desthilatdariya Turkiya di dîroka 21.5.2019an de,malbata hevalê Hewas Egîd(rêveber e di tevgera Çaksaziya Kurdî–Sûriye de û nûnerê ENKSê ye di desteya siyasî ya opozisyona Sûriye,û endamê danûsitendinê û komîta makezagona Sûriya ye)binçavkirin û wan barkirinî Elmaniya kirin di 27.5.2019an de.
Herwiha malbata wî jî hevjina wî û sê zarokên wî bi tewanbarkirina metirsînî li ser ewlehiya Turkiye û rêjîma wê çê dike li gorî parêzerê ku rewşa dosaya wan li gerîngehên taybet li wê derê dişopînin ragihandiye.
Em tevgera Çaksaziya Kurdî–Sûriye,ev destkariyên xerab di derheqê malbata hevalê me Hewas Egîd de,ji hêla desthilatdariya Turkiye bi tundî em şermezar dikin.Hevalê me Hewas yê ku nûnertiya ENKSê dike bi nûnerên din re.Û helwesta xwe û nêrîna siyasî di hindirê opozisyonê û hemû korukombûnên navdewletî de diyar dikir.Di der barê vê yekê de,karê ku desthilatdariya Turkiye bi sipandaniya veguhestina naçarî di derheqê malbata hevalê me Hewas Egîd bi aliyê welatiyekî din ve veguhestîne, û ta niha napejirînin ku hevalê me Hewas Egîd derbasî hindirê Turkiye bibe ta ku karê xwe berdewam bike,wek endamiya wî di destaya siyasî ya opozisyonê yê ku Istenbol bajarê bargeha wê bû. em bi tundî şermezar dikin.
Ji ber vê yekê em ji desthilatdariya Turkiya daxwaz dikin ku lêvegerînê ji biryara xwe bike û bi reçavkirînekê li berpirsiyariyên hevalê me Hewas Egîd yê ku têde kar dike,di destaya danûsitendina Sûriye û komîta nivîsandina makezagonê de. Û dozkariya van destkarî ji ber ku hevalê me Hewas Egîd bi hemû karûbarê xwe radibû di der barê xizmeta babeta Sûriye,û dîtina çareseriyek siyasî ji bo kirîza Sûriye.Û em nola opozisyona niştîmanî jî daxwaz dikin ku bi lez bi berpirsiyariya xwe rabe û dosayê endamên xwe bişopîne û çareser bike.

-Ofîsa cîbicîkar ya Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye.
Qamişlo 28.5.2019 “”

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.