المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN ENKSÊ LI HESEKÊ BAWERNAME LI SER CIWANÊN PARASTINA NEWROZA 2019AN BELAV KIRIN …

0 68

Di roja duşemê 27.5.2019an de,li bajarê Hesekê her du encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,li navenda Yekîtiya jina Kurdistana Sûriye,ahingek  ji bo ciwanên parastina Newroza 2019an li darxistin.

Di destpêka ahingê de ,  xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

Piştre mamoste “Xelef Emînakê” , serokê xwecihiya rojava ya bajarê Hesekê gotinek pêşkêşkir ,

Emînakê di gotina xwe de spasiya ciwanên xwebexş yên ku  parastina Newroza sala 2019an kiribûn .

Herwiha Emînakê di dawiya axaftina xwe de anî ziman li ser rola karê xwebexş cihê roleke giring dide di der barê kar û xebata ENKSê de.

Herwiha bi rêz “Alan Seydo”

yek ji berpirsiyarê komîta parastina Newroza Hesekê ji malpera me re axivî û got :”Di destpêkê de spasiya her du xwecihiyê Hesekê dikim ,li ser vê ahingê, ku karê wan moralên me xurt dike.

Û ev karê parastina ahingên Newrozê erkek li ser milê me ye,û di heman demê de jî em ê amede bin ji bo xizmeta doza gelê xwe”.

Herwiha serokê xwecihiya rojava ya bajarê Hesekê “M.Xelef Emînakê”

ji Nûçegihanê me re axivî û anî ziman di der barê vê ahingê de:”Her du encûmenên xwecihî yên bajaê Hesekê yên bi ser ENKSê ve,komek ji ciwanên xwebexş yê parastina Newroza sala 2019an rabibûn li gundê Tel Efendî wan rêzgirtin kirin “.

herwiha Emînakê anî ziman ku armanc ji vê ahingê ji bo xurtkirina moralên ciwanan ta ku kar û xebatê gur bikin”.

Di dawiya ahingê de,Bawernameyên spasiyê hatin belavkirin li ser parastvanan hin kur û hin jî keç yên ku beşdar bûbûn ji bo parastina Newroza sala 2019an li gundê Tel Efendî”

Ragihandina ENKSê

M.ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.