المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEQÎNEK LI BAJARÊ EBÛRASÊN RÛDA YE ..

0 72

 

Teqîn li Kurdistana Sûriye  berdewam in ,  îro di roja înê 29.11.2019an de,demjimêr  nêzîkî 10ê sibehê  li bajarê Ebûrasên teqînek  li saziyeke lêşgerî ya bi ser PYDê ve rûda.

Ev yek Li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegehanê me ,  diderbarê vê yekê de,
Welatiyekî ji bajarê Ebûrasên ji malpera me ya ENKSê re li ser riya telefonê ragihandina û anî ziman:

“Mala min nêzîkî vê saziyê ye ku teqîn lê rûda û li gorî agahiyên di nav destên me de encama vê teqînê zêdeyî du endamên lêşgerî yên bi ser PYDê ve hatin kuştin û birîndar jî hene “.
Herwiha welatî anî ziman ku yên hatin kuştin û birîndar kirin hemû lêşger in.
Û dema teqîn rûda piraniya xaniyên bajarê Ebûrasên hejiyan.

Herwiha li gorî agahiyan ev sazî berê hatibû mayinkirî.

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.