المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MASÛD HAMID PERSIVA BERDEVKÊ MSDÊ DIDE. JI BO BIRAYÊ XWE EMÎR HAMID Û HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ.

0 95

 

Li Kurdistana Sûriya ji destpêka Şoreşê sala 2011an û kirîza rû da ta niha , gelek çalakvan û Medyekar û Siyasetmedar hatin revandin û kuştin, û hejmarek ji wan çarenivîsa we ne diyar e , yek ji wan , Çalakvanê bi nav û bang ” Emîr Hamid ”

Di derbarê vê yekê de Emced Osamn berdivkê MSDê ser kenaleke Ragihand ku girtiyên Siyasî li cem Rêveberiya Xweser nînin,  ji ber vê yekê rojnemevan Masûd Hamid birayê çalakvan Emîr Hamid yê ku ji sala 2014an de hatiye revandin ,  ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Ji bo persiva berdevkê MSDê Emced Osman bi taybet di derbarê dosayê girtiyên siyasî ya ku berî du rojan li ser Kenala RÛDAW ragihandibû digo girtiyên siyasî li cem wan tune ne,birastî persivek bi vî rengî persivek xerabe û çewt e” .

Herwiha Hamid berdewam kir û got :  “heke Emced Osman nizanibe persiva xwe bide xweska nekeve van waran û rengê dijwatîyê , berî ku têkeve vî cihê xwe ew yek ji kesê ku berevaniya van girtiyan dikir û bi Kurt kurmacî min berê jê re gotiye û anha jî jê re dinivîsînim heke bixwaze ez ê jê re gelek dosaya û belegeyan bişînim divê li ser bisekine û heke nikaribe bisekine ez bi hêvî me divê xwe nexe van şaştî û çewtiyên xerab”.

Herwiha rojnemevan Masûd Hamid axaftina xwe berdewam kir :”  dema Emced Osman dibêje girtiyên siyasî li cem e tune ne, Ez tekez dikim ku ev girtî ne çete ne û ne xerabin ,ez tekez dikim hemû girtî şervan,welatparêz û siyasetmedar in di asta rêveberîbûnê de ne mîna Behzad Dorsin endamekî rêveber bû di tevger kurdî de , Emîr Hamid endamekî rêveber bû di Tevkera ciwanên kurd ya SOZ de û ez tekez dikim,ku di dîroka 1.11.2014an de,li bajarê Dirbêsiyê li mala wî hêzên bi ser wan ve ,hatin wî birin,

Nav li cem me hene deng heye û wêne jî hene me ji wan re şandiye û bi Kurt kurmacî heke wî kuştibin bera bi awayekî fermî û eşkere raghînin, em nikarin tiştekî bikin,yan heke wî bikin pakrewanekî xayin yan jî heke girtîbe bera çarenivîsa wî diyar bikin ji ber ku gelek belege li cem me hene,yan jî hin ji endamên wan yên ewlehiyê yên istixbarata bila  wan ceza bikin ji ber ku ew ji me re dibêjin va Emîr li filan derê ye yan li filan cihî ye û derewan li me dikin , û  gelaciyan çêdikin ,

; Çawa yekî wek  Emced Osman dibêje girtiyên siyasî li cem me tune ne , gelek belege û tiştî din hene hege Emced Osman nizane em ê jê re bêjin em bi hêvî ne ku  Emced Osman xwe nexe van kortik û şaştiya û doseyê zêdeyî hêza wî nekeviyê “.

Hêjayewere gotin ku hejmarek ji Çalakvanan û Siyasetmedaran hîn li Kurdistana Sûriya windabûyne û hin girtî ne li zindanên Rêjîma Sûriya û hin li cem Rêveberiya Xweser in.

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.