المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TÊKOŞER “LUQMAN DARΔ ENDAMÊ KOMÎTA HERÊMÎ YÊ PARTIYA “PYK-S” YÊ ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ..

0 78

Di roja duşemê 24ê heyva gulanê 2021ê de,ciwanekî kurd ji penaberên kurdên Kurdistana Sûrî bi navê “Luqman Darî” endamê komîta Herêmî yê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûrî li Kurdistana Bakur li bajarê Qizil Tepe li bakurê Kurdistanê Çû ber dilovaniya XWEDÊ.

Li gorî şopandina nûçegehanê me, di derbarê vê yekê de,û zaniyariyên taybet,

Têkoşer Luqman Darî ji endamên rêxistina bajarê Serê Kaniyê bû , ya partiya PYKSê bû,bi wefadariya xwe ya rêxistinî û netewî li herêmê dihat naskirin.

Herwiha têkoşerê ciwan “Luqman Darî” liv û tevgera wî balkêş bû ji alî çalakvaniyê de,di refê tevgera ciwanan de li bajarê Serê Kaniy,û di Kolanên wê de di destpêka Şoreşê de .

Wek tê zanîn têkoşer Luqman Darî ji nişteciyên Serê Kaniyê bû li Kurdistana Sûrî,û nûnerê Tevgera Ciwanan bû di encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve.

Lê mixabin ew jî wek xelkên Serê Kaniyê ji neçarî koçber bû û penaber bû,û li Kurdistana Bakur bi cih bibû,lê di roja duşemê 24ê gulanê sala 2021ê de, ji nişkêve dilê wî sekinî û çû ber dilovaniya XWEDÊ.

Û koçkirina wî xemgîniyek mezin û giran, li cem dost û heval û hemû xelkên Kurdistana Sûrî yên xwedî piroja netewî ya Kurdî çêkir û temenê wî 41 salî bû û li goristana Mele Topal ya bi ser bajarê Qizil Tepe li Kurdistana Bakur hat binaxkirin dûrî bajarê wî Serê Kaniyê .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.