المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amadekariyên xwendevanên pola (9-12) ji bo pêşkêşkirina ezmûnan..

0 75

Li seranserî Sûriyê Xwendekarên her du polên 9 û 12 an, di vê demê de amadekariyên xwe dikin ji bo pêşkêşkirina ezmûnên dawî yên sala 2021an, ku di “30”ê vê mehê de dest pê dike.

Û her di derbarê vê babetê de malpera ENKSê ev mijar şopand û nêrînên xwendekar û mamosteyan dan xuyakirin :

Xwendekarek pola “12” bi navê “Arîn Ehmed”anî ziman û got: Niha em amadekariyên xwe dikin ji bo nêzîkbûna ezmûnan û lêvegerê ji waneyên xwe re çêdikin.
Û herwiha ji rexekî dî ve berdewam kir derbarê astangiyên tê de derbas dibûn di çarçoveya belavbûna nexweşiya koronayê ku yek ji sedemên rawestandina xwendinê li dibistan û zanîngeh û kursan li peymangehan û qedexe ya hatûçûnê ev yek bandorek neyênî li ser derûniya xwendekaran çêkir û herwiha şagirt neçar bûn xwendina xwe li ser malparên çivakî mîna WhatsAppê berdewam bikin .

Û herwiha di dawiyê de “Arîn” got : me baş amadekariyên xwe kirine da ku bi awayekî serkeftî ezmûnên xwe bi rê ve bibin..

Û her li ser vê mijarê mamosteyek Zimanê Ingilîzî, ji malpera ENKS ê re ragihand: ku di dema qedexeyê de bi standina rêkarên taybet di rûbirûbûna Veyrûsa Koronayê de û giratina dibistanan û rawestandina kursan, ji ber vê yekê de ku proseya xwendinê têk neçe em wekî mamoste pirojeya xwendina ji dûr ve dest pê kir di çarçoveya belavbûna waneyan bi rêya Internêtê ser torên civakî û çêkirina girûpan alîkariya xwendekaran me dikir ji ber sûdê ji wergirin û bê xwendin nemînin…

û bê guman deriyê pirsan li pêşiya hemû şagirtan vekirî bû û bersiva wan dihat kirin…

Û em hêviya serkeftinê ji hemû xwendekaran re dixwazin…

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.