المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şoreşa Pêşîn Werger e

0 127

Nivîskar : Besam Mistefa

“Çima werger ji Kurdan re ewqasî girîng e?”

Romannivîsê Kurd Bextiyar Elî di gotareke xwe de ji ber nebûna proseyeke wergerê ya çalak û berçav di qada ziman û edebiyata kurdî de û herwiha ji ber nebûna guhdana bi wergerandin û wergêran dinale û wiha dibêje: (Kurd bê wergêrtirîn miletê dinyayê ne!)
Bi baweriya min, Bextiyar Elî di vê nerîn û boçûna xwe de şaş neçûye. Çimkî pêwistiya edebiyata kurdî ji her tiştî bêtir bi wergerandinê heye. Hem wergerandina ji zimanê kurdî ji bo zimanên din û hem jî wergerandina ji zimanên din ji bo zimanê kurdî. Bêyî vê bizava wergerê ya dualî dê edebiyata kurdî her û her di xelekeke girtî de bizîvire û bê bask û perr bimîne.

Li gor gelek pispor û zimanzanan wergerandin diyardeyek ji diyardeyên ziman bi xwe ye. Wateya wergerandinê fireh û berbelav e. Wergerandin têgihîştin û nêzîkkirina hestên mirovên cuda û xwediyên zimanên cuda ye ku di mirovatiyê de digihîjin hev. Roman Jakobson (1) wergerandinê wek guhêrandina nîşanên zimên bi nîşanên dîtir, hem di nava zimanekî bi xwe de, yan jî ji zimanekî bo yekî din wesf dike. Bi vî rengî, wergerandin pireke hevdûfêmkirinê ye di navbera mirovan de.
Girîngiya wergerê
Mirov bi hewceyî wergerandinê ye, ji ber wê yekê ku ew hemû ne bi yek zimanî, lê belê bi zimanên cuda cuda diaxivin. Ji dema belavbûna zimanan, werger peyda bûye, ev jî li gor hinek jêderên kevin vedigere çaxê avakirina Birca Babilê dema ku mirovan ji bo ku ji hevdû têbigihin wergerandin bikar anîne. Wergerandin bi xwe wêneyek ji wêneyên ziman e – ku ziman bi xwe ji bo ji hevtêgihîştinê tê bikaranîn – herwiha ziman wêneyeke jiyanê bi xwe ye, ji vir diyar dibe çiqasî wergerandin girîng e û girêdayî jiyanê ye; belkî ji ziman bêtir, – ji ber hinek zana dibêjin ajel jî xwedî zimanên taybet in – wergêr tenê karekî mirovî ye, ango tenê mirov wê bikar tînin.
Di demên berê de, mirovan hest bi girîngiya wergerê kirin ji bo guhastina zanist û felsefe û wêjeyên civak û şaristaniyên din bo nav civaka xwe. Herdem şoreşa pêşîn a milet û şaristaniyan bi wergerê dest pê dike – Ronesans wek nimûne.

Şiyarbûna Ewropayê di çerxên 15 û 16an de, bi giştî xwe dispêre proseya wergerê, eva ku bû mezintirîn şiyariya Ewropayê û ew ji demên tarî û reş derxist û ber bi ronahiya zanîn û wêje û jiyanê ve ajot. Gelê Ereb jî zû haydar bû bi girîngiya wergerê û ji demên kevin de dest bi wê proseyê kir û wek miletên din asoyên rewşenbîrî û şaristaniya xwe firehtir kirin û sûd ji zanîn û edebiyata miletên din kirin.
Werger ji bo hemî warên jiyanê girîng e, wekî edebiyat, bijîşkî, endazyarî- ramyarî- aborî û hwd. Geştyar bi riya wergerê şaristaniya gel û welatekî din nas dikin û di hemû kongr û sîmposyumên zanistî û ramyarî de, wergerandin yek ji erkên herî pêwist e. Herwiha diyar e ku şîrketên pîşesazî reklamên xwe werdigerînin ser çend zimanan, bi mebesta peydakirina bazarê û kiryaran li welatên curbicur. Wergerandina tekstên edebî wek çîrok û roman û şano û helbestan, aspektên estetîk ên jiyanê dewlemendtir dikin û wergerandina berhemên felsefî û ronakbîrî hişmendiya civakê berfirehtir û dewlemendtir dikin. Nemaze wergerandina edebî û hizrî ziman bi pêş dixin û asoyên nû li pêşiya kelepora edebî û neteweyî fireh dikin.

Ji bo edebiyatê jî werger pir girîng e. Edebiyata Berawerdî curekî edebî ye ku guh dide danberhev û berawerdkirina di navbera du wêjeyan de – ya kurdî û erebî – wek mînak. Ji ber vê pêwist e kesê pêwendîdar bi herdu zimanan zanibe.

Hem jî werger ne karê fotografî ye. Fotograf wênegirtin e, lê belê wêne (resim) bi xwe dahênan e. Wek mînak, wergerandina Hezar Şev û Şevekê ji erebî bo piraniya zimanên cîhanê hîşt ku hemû çêj û sihrbaziya wê serdemê were têgihîştin.
Girêdayî gelê Kurd, werger karekî herî pêwist û girîng e. Ji ber ku cîhana em tê de dijîn bilez û bez diguhere û gelek pêşketinên nû bi xwe ve digire, divê ku em ji wan pêşketinan li paş nemînin û ji hemû tiştên nû sûd wergirin.

Bi kurtî dîroka wergerê
Werger diyardeyeke gelek kevin û dêrîn e, vedigere çaxê Someriyan, dema ku çend gotin li ser heriya hişk nivîsandin. Herwiha, ji demên kevin de, wergerandin li welatê Aşûr hebû, li gor ku dibêjin Sergonê Ekadî (300 BZ) nûçeya serketina xwe bi çend zimanan belav kir ji bo ku miletên cuda cuda yên împeratoriya wî bi nûçeya serkeftinê bihesin. Li Babilê jî, di serdema Hammurabi de (2600 BZ) zêdeyî zimanekî hebû û nameyên bazirganî û fermî bi zêdeyî zimanekî dihatin tomarkirin.
Bi navûdengtirîn werger ku ji demên kevin gihaye dema me Kevirê Reşîd e ku di sala 1799an de hatiye dîtin. Li ser (Kevirê Reşîd) du tekst bi du zimanan hatine nivîsandin: Teksta yekem bi zimanê Heroglîfî û teksta duyem wergerandina teksta yekem e bi zimanê Grîkî.

Cureyên wergerandinê

Bi gelemperî, wergerandin ji du beşan pêk tê: – Yekem wergerandina karûbarên asayî – wekî wergerandina karûbarên bazirganî û karên rojane û berdest.

Duyem, wergerandina metin, tekstên edebî û ayînî û felsefî û zanistî ye. Di zimanê ingilîzî de herdu cure bi navên cuda têne destnîşankirin.

Tevî ku herdu cure bi giştî nêzîkî hev in jî, lê belê cudahî di navbera wan de heye. Cureya duyem bêtir karekî dahênanî (afirandinî) ye û beşdariyê di pêşketina şaristanî de dike. Beşê yekem jî bêtir ji bo karên rojane bikar tê wekî kongr û semînarên ramiyarî û rewşenbîrî û bazirganî û hwd, ji ber vê çendê ev cure dirêj nake û zû bi zû ji holê diçe.
Beşê duyem jî wek me got, ji du beşan tê hev: Wergerandina zanistî û wergerandina edebî. Wergerandina zanistî teknolojiya û zanistiyên cur bi cur ji zimanekî vediguhêze yekî din. Wergerandina edebî taybet e bi wergerandina nivîs û tekstên edebî wekî helbest û pexşan, ji zimanekî bo zimanekî dîtir. Ev rengê wergerandinê karekî dahênanî ye û dibe hoyek ji bo dewlemendkirina rewşenbîrî û pêşxistina civakî di warên bedewî û edebiyatê de.
Rêbazên wergerê

1. Wergerandina gotin bi gotin (peyv bi peyv):
Di vê rengê wergerê de, wergêr wate û pêkhatina rêzimanî ji zimanê bingehîn werdigerîne ser zimanê duyem. Gotinek diguhere bi gotineke din û risteyek (hevokek) bi hevokeke dîtir.
2. Wergerandina wate bi wate:
Di vê curê wergerê de, wergêr watê ji deqekî orîjinal werdigerîne bê ku guh bide pêkhatina rêzimanî ya deqê orîjinal. Li vir wergêr bêtir bala xwe dide riste û hevokan ne wuşe, gotinan.
3. Wergerandina vegotinî:
Di vê curê de, wergêr tenê bîr û hizrên bingehînî yên deq werdigerîne û bi zimanê duyemîn dinivîse, digel firehkirina wateyê. Helbestvan sûdeke mezin ji vê curê wergerandinê werdigirin.
4. Wergerandina şîrovekarî (tefsîrî):
Di vê rêbazê de, deqê bingehîn tê wergerandin û di eynî demê de, tê şîrovekirin û tefsîrkirin. Ev cure ji bo deqên zehmet tê bikaranîn wekî helbest û deqên kevin.
5. Wergerandina kurtkirinê:
Deqê bingehîn tê kurtkirin. Dema ku deqê bingehîn pêwendiyeke xwe ya bihêz bi xwendevanê zimanê duyemîn re nebe.
Sûda lêkolînên derbarê hunera wergerandinê
Gelek sûdên wergerê hene, nemaze wek me di destpêkê de got, girêdayî gelê Kurd ku hêj vê hunerê cihê xwe di nav Kurdan de negirtiye. Hinek ji sûdên wergerê ev in: Bihêzkirina şêweya nivîsînê di du zimanan de û mûqayesekirina rêzimanên zimanekî digel rêzimanên zimanekî din, helbet ziman bi pêş nakeve eger digel zimanekî din de neyê muqarenekirin (berawerdkirin), herwiha veguhastina zanyarî û hizr û rêbazên derbirînê ji zimanekî bo yekî din – Geşkirina edebiyatê – firehkirina şêweya derbirîna hest û hizr û bîran, çimkî wergerandin ziman dewlemend dike û asoyê çêjgirtina ciwaniyê li ba mirovan berfirehtir dike.
Jêder:
1. Roman Jakobson, Linguistic Aspects of Translation. New York, 1960.
2. Toward a Science of Translation, Eugene Nida, Brill, Leiden 1964.

Ji Rûpela Rûdaw ..

Leave A Reply

Your email address will not be published.