المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Erebê Şemo wek bavê Romana Kurdî tê binavkirin …

0 67

Besam Mistefa
7 / 7 / 2017z  Hewlêr
Erebê Şemo, yan jî Ereb Şamîlov, nivîskarekî kurd bû û ew wek bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana bi kurdî hatiye weşandin, “Şivanê Kurmanca” wî nivîsiye.
Erebê Şemo ku ji malbateke kurdên êzidî bû, di 23ê Cotmeha 1897ê de li gundê Sûsuzê li navçeya Qersê ji dayik bûye û di sala 1978an de li Yerîvana Ermenistanê wefat kir û li wir hate veşartin.

Erebê Şemo, yek ji hîmdarên edebiyata kurdî li Sovyêtistana Berê bû. Erebê Şemo ji bilî kurdî bi çend zimanên din jî zanîbû. Erebê pêşeng bi Kurdzanê Asûrî Îsahak Margûlov re yekemîn alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî damezrand û yekemîn romana kurdî bi navê Şivanê Kurmanca nivîsand.
Erebê Şemo di hemû qadên çend û edebiyatê de xizmeteke mezin kir û yek ji damezrênerên herî sereke yên kovara kurdî ya Rya Teze bû.
Ereb wek piraniya rewşenbîrên kurd yên wê serdemê, ji dil û can bûbû Komunist û Çepgir. Baweriya xwe bi riya sosyalîzmê wek riya xelasbûna gel û welatê xwe dianî û di warê edebî de jî di bin bandora edebiyata rûsî û sovyêtî de mabû û tesîra nivîskarên wek Maksîm Gorkî ku wî û Ereb hevdû dîtibûn li ser wî hebû.
Di sala 1935an de Erebê Şemo romana Şivanê Kurmanca belav kir. Ev roman dikare wek yekem romana kurdî bê hesibandin û Ereb jî dikare wek bavê romana kurdî bê hejmartin.
Li şûna navê Şivanê Kurmanca, carna navê vê romanê wek Şivanê Kurd tê eyankirin, çimkî Bazîl Nîktîn di sala 1946an de ew ji rûsî wergerand fransî û Nûredîn Zaza jî ew ji fransî dîsa wergerand Kurmancî. Di encamê de jî navê romanê ji Şivanê Kurmanca bû Şivanê Kurd.
Di Şivanê Kurmanca de, Erebê Şemo li ser şopa rêbaza hevpar û rastbîn, bîranînên zaroktî û xortaniya xwe vedibêje û pê re rewşa civakî ya Kurdên Qafqasyayê bi hûrgilî dihûne û li ber çavê xwîneran radixe.
Ereb di romanê de jiyana zor û dijwar a xwe û gelê xwe di wê demê de û şerê di navbera çînên civaka kurdî de nîşan dide. Romana jiyannameyê ye.
Ereb xwestiye bi vê berhema xwe êş, jan, bindestî, derbiderî, belengazî û perîşaniya miletê Kurd bîne ziman.
Ji bilî Şivanê Kurmanca, Erebê Şemo ku di sala 1978an de koça dawî kir, gelek berhemên din yên hêja afirandine wek, romana dîrokî ya Dimdim, Berhevoka Hikayetên Gelê Kurd, Romana Jiyana Bextewer, Çîroka Kurdên Elegezê, Romana Berbang, Romana Hopo û gelek berhemên din.
2017 Rudaw

Leave A Reply

Your email address will not be published.