المجلس الوطني الكوردي في سوريا

20 SAL LI SER KOÇA DAWÎ YA HELBESTVANÊ KURD SEYDAYÊ TÎRÊJ RE DERBAS DIBIN…

0 132

Ev 20 sal derbasbûn ser koça dawî ya  helbestvanê navdar Seydayê Tîrêj  , ku navê wî bi xwe Mele Nayîf Heso  ye .

di sala 1923an de, li gundê Necmûk li bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê jidayîkbûye,

û dema ku temenê wî gihîşt 6 sal  koçî gundê Toka dike, û nêzîkî 50 salî li wir dimîne.

Û piştre koçî gundê Newaf Sê Mitkê, li nêzîkî bajarê Amûdê, li wir ji aliyê Mele Ibrahîm El-Kolî ve fêrî ilmên Qurana Pîroz, Şerîet û olî, morfolojî û rêziman bû , Herwiha wêjeya kurdî jî.

Di sala 1937an de, ji bo qedandina xwendina xwe diçe Amûdê û li wir pênc salan xwendiye.

Di wê serdemê de,Seydayê Tîrêj bi çendîn nivîskar, rewşenbîr û helbestvanên kurd ên hevdemên xwe yên wek helbestvan Cegerxwîn, Nûredîn Zaza, Hesen Hoşiyar, Qedrî can û yên dî re nas dike û di bin bandora wan de maye û ji wê demê ve. dest bi nivîsandina helbestan bi zimanê kurdî kir.

Di sala 1952an de, helbestvan Tîrêj ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Sûrî ve hate girtin û hêzên ewlekarî pirtûkek wî desteser kirin û wêran kirin, ku bû sedema windabûna gelek helbestên wî di wê heyamê de.

Helbestvan Tîrêj bi helbestên xwe li piraniya navçe û bajarên Kurdistan û Sûriyê geriyan û bi hezaran pirtûkên helbestên xwe kirîn, ji bilî wê jî li ser daxwaza civaka kurdî serdana Elmaniyayê kir û li wir gelek şev û şahiyên helbestî vejand.

Gelek hunermendên kurd, û di piraniya şevbuhêrkên bang li civaka kurda li wir kir û digot :  ku welatê Kurdistanê ji bîr nekin û tiştekî ku zirarê bide navûdengê gelê kurd nekin.

Herwiha helbestên wî yên helbestî bûne malzemeyên xweş ji bo stranên gelek hunermendan, ji ber ku gelek ji wan helbestên Tîrêj gotine û pê şanaz bûne, ji wan hunermend Se’îd Gebarî, Mihemed Şêxo, Beha Şêxo, Şivan Perwer, Remezan Necîm Omerî û yên din. ji gelek komên kurdî re jî.

Seydayê Tîrêj gelek berhevok û malzemeyên çandî yên ku edebiyata kurdî pê serbilind e, ji wan: Xelat, Zozan, Cûdî hiştine.
Ji bilî destnivîsa kurdî ya rojbûna pêxember, beşa duyem a folklora kurdî û helbestên cuda yên ku nehatine çapkirin.

Navên hersê dîwanên wî jî navên çiyayên Kurdistanê ne; Xelat, Zozan û Cûdî.

Di êvar roja Şemiyê 23.3.2002an de, Koça dawî kir û cenazeyê wî bi beşdariya bi hezaran şêniyên Kurd, sibeha roja Duşemê 25.3.2002an ji bajarê Hesekê ber bi gundê “Gir Kaftar” ve hate veşartin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.