المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serokwezîrê Herêma kurdistanê ” Mesrûr Barzanî” gihîşte Behrêynê..

0 110

Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma kurdistanê îro roja înê 19ê mijdara 2021an, tevî şandeke hikûmetê ber bi Menamayê paytexta Behrêynê bi rê ket ji bo beşdarbûna li Korbenda Diyaloga Menama 2021ê bike ku di roja 19ê destpê dike û heta 21ê mijdarê berdewam dibe , bi amadebûna çendîn siyasetmedar û karsaz û kesayetên navdar ên cîhanê jî beşdardibin..

Û herwiha di ve komcivînan de giftûgoyan derbarê mijarên girêdayî bi ewlekarî û berevanî û pirsgirêkên navçe û cîhanê tê kirin..

Û herwiha li gorî hatî ragihandin ku serokwezîr ” Mesrûr Barzanî” di çarçoveya korbendê de çend civîn û hevdîtin li gel berpirsên bilind yên Amerîka , Ewropa, welatên Erabî û rojhilata navîn pêk bîne…

Û herwiha şanda ku li gel serokwezîr pêk hatiye wezîrê karûbarê pêşmerge ” Şoreş Îsmaîl ” , wezîrê Darayî û Aborî ” Awat Şêx Cenab, û berpirsê Fermangeha pêwendiyên derve ya Hikûmeta Herêma kurdistanê ” Sefîn Dizeyî ” pêk dihat…

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.