المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA NÛNERÊN ENKSÊ YÊN DI ITÎLAFÊ DE BI WEZARETA DERVE YA TURKIYÊ RE ..

0 72

Nûnerên ENKSê yên di nava Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê de, di roja çarşemê 17ê Mijdara 2021ê, de civînek bi nûnerên wezareta derve ya Turkiyê herwih berpirsê doseya Sûriyê re lidarxsit.

 

Di derbarê vê yekê de, M.Ebdela Gedo endamê desteya siyasî ya Itlafê

Ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

 

“Ku nûnerên ENKSê yên di nava Itlafê de bi nûnerên wezareta devere ya Turkiyê herwiha berpirsê doseya Sûriyê li Tirkiyê civiyan”.

 

Gedo got:”Di  civînê de hate axaftin babeta rawestandina binpêkirinên ku li Efrînê dibin, li ser destên grûpên çekdar, û pêşkêşkirina alîkariyê bo vegera penaberên  Efrînê, û herwiha alîkarî bo hemwelatiyên Serê kaniyê, di warê av û elektrîk û sepandina ewlehiyê di deverê de, û misogerkirina vegera penaberên Serê kanyê,

 

Herwiha şanda ENKSê bi serokatiya Dr. Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê Itlafê û endametiya her yek ji Şelal Gedo, Ebdulbast Hemo, Ebdela Gedo û Dr. Zuhêr Mihemed û Perwîn Remê, û birêz Şêxmûs Eco pêk dihat.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.