المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serokwezîrê Herêma kurdistanê li gel wezîrê berevanî yê Amerîkayê çiviya ….

0 69

Îro roja şemiyê 20ê Mijdara 2021an li Menameyê serokwezîrê Herêma kurdistanê li gel wezîrê berevanî yê Amerîkayê” Loyd Austin “civiya.

Û herwiha di civînê de babetên giring têde hatin gotûbêjkirin..

Ku di civînê de wezîrê berevanî yê Amerîkayê bi rêzdarî ve behsa rol û pêgeha Serok Barzanî li herêma Kurdistan û Îraqê de kir .

 

û herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê hevbeş û hevpeymaneke girîng a Amerîkayê li deverê de .

 

û ji rexekî dî ve diyar kir ku Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina herêma Kurdistanê û bi taybetî hêzên pêşmerge di rûbirûbûna DIŞIê de.

 

Di civînê de , Mesrûr Barzanî” Serokwezîrê Herêma kurdistanê spasiya piştîvaniyên berdewam ên Amerîkayê kir û tekez li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û hebûna hemahengiya ewlekarî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê kir.

Diyaloga steratejîkî ya Amerîka û Îraqê û girîngiya cîhbicîhkirina rêkeftina Şingalê di civînê de hatin behiskirin…

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.