المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dihok : Şandek ji PYK-Sê serdana ofîsa PDKê kir

0 69

Şandek ji partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya îro roja yekşemê 21ê mijdarê, serdana ofîsa partiya Demokrata Kurdistanî li parêzgeha Dihokê li herêma Kurdistanê kirin …

 

Û herwiha şanda yekîtî bi serokatiya M, Ekrem Reşîd” endamê komîteya navendî pêk dihat ..

Û ji aliyê berpirsê pêwendiyên kurdistanê M, Yûnis Hacanî” û hin endamên wê partiyê hatin pêşwazîkirin…

Û herwiha di vê hevdîtinê de her du aliyan bi giştî ser pêşveçûnên herî dawî derbarê rewşa siyasî li kurdistana Sûriyê û Îraqê bi taybetî goftûgo kirin, û ji rexekî dî ve pêwîstiya pêşxistina pêwendî û têkiliyan di navbera her du partiyan de ku di keva di ber yekrêzî û xizmeta doza kurdî de…

Û di dawiya de her du aliyan ser pêwîstî û giringiya berdewamiya van hevdîtinan di navbera partiyan de tekez kirin …

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.