المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Qunsilê Emerîka li herêmê çiviya ..

0 80

Serokê Herêma Kurdistanê “Nêçîrvan Barzanî ” duho roja çarşemê “13” ê Gulana, 2020, li gel konsolê giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê “Steven Fagin” li Hewlêrê civiya.

Û herwiha di hevdîtinek di navbera herdu aliyan pêk hat, û babetên corecor têde hatin gengeşakirin,
Li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Hikûmeta nû ya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û herwiha pêşhateyên herî dawî yên rewşa siyasî û aborî ya li Iraqê û li Herêma Kurdistanê û herwiha erk û gefên li ber Hikûmeta nû ya Iraqê.

Û herwiha di heman hevdîtinê de tekezî hat kirin li ser pêwîstî û giringiya berdewamiya piştevaniya hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna tevgerên terorîst yên Daîşê.
Û herwiha ji rexekî dî di vê hevdîtinê de li ser pêşhateyên dawî li Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Veyrûsa Koronayê de hat behis kirin, û di vê derbarê de konsolê Amerîkayê “Steven Fagin ” destxweşiyê li hewl û rêkarên serkeftên Hikûmeta Kurdistanê kir, û herwiha daxuyanîkirin piştevaniya Amerîkayê li gel Herêma Kurdistanê nîşan de,

Û herwiha ji aliyekî dî ve behsa rewşa Sûriyê jî di civînê de hate kirin û “Steven Fagin” destxweşî li hewlên serokê Nêçîrvan Barzanî kir ya ji bo yekrêzî û bi taybetî ya di navbera aliyên kurdî yên li Kurdistana Sûriyê de kir..

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.