المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Helbesta : Şagirtê Buharê ..

0 86

Şagirtê Buharê
Gelo tê min di dibistana xwe de
Bike şagirt buhara bedew
Ger tu bêjî arê
Divê tu çavdêrî hatin û derçûna
Xweziyên min bî
Dema ez tûrkê hêvyên xwe
Li pişta canê xwe dikim
Û di refa geşbûna te de dibim
Çîçekek bê hedan
Dibe ku ez bêrîkirina yarê
Bikim siruda sibehê
Di dema ku tu wana xûnavê
Fêrî gulan dikî
Wê gavê wê hevokên bêhnê şaş
Bên nivîsandin
Li ser lênûsên sibehê
Tu dikarî ji biryara xwe vegerî
Lê belê wê hemî Gul û çîçek
Bibin mêvan di guldaneka dilbera
Min de.

Nayif çolo

Leave A Reply

Your email address will not be published.