المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serok Barzanî cejna Çarşema Sor li kurdên Êzîdî pîroz kir..

0 77

Serok Berzanî li ser malpera xwe ya fermî peyama pîrozbahiyê ya ji bo boneya cejna serê sala ola Êzîdiyan Çarşema Sor belav kir.

Berzanî pîrozbahiya xwe pêşkêşî xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê kir.

Serok Berzanî Hêvî xwest ku cejna Çarşema Sor ya îsal rûpeleke nû be ji kurdên Êzîdî re bo derbaskirina hemû nexweşî û dawî hatina êş û azarên wan  û bikarin li sayeya aramî û birayetiyê da cejin û helkeftên xwe yên olî bigêrin.

Herwiha Barzanî di dawiya peyama xwe de got ” Cejna Çarşema Sor li hemû xuşk û birayên me yên Êzîdî pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê de”.

Leave A Reply

Your email address will not be published.