المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Roja Rojnamegeriya Kurdî li Qamişlo hate bîranîn ..

0 101

Îro li bajarê Qamişlo 22ê Nîsanê roja rojnemegeriya kurdî hat bibîranîn li ser banga Ofîsa Ragihandina ENKSê bi amadebûna hejmarek ji rojnamevan û rewşenbîr û siyasetmedaran û hejmarek ji alîgirên ENKSê li Qamişlo , Di dest pêkê de mamoste “Ebd El-semed Xelef Biro” axifî li ser dîroke Rojnemegeriya Kurdî û Rojnameya bi navê Kurdistan ku di sala 1898an de ji aliyê “Mîr Miqdad Bedirxan” ve li Qahîrayê paytexta Misrê hate çapkirin, ev bûye 120 sal , û ew rojname jî bû bingeha rojnamegeriya Kurdî li seranserê Kurdistanê. Ji aliyê xwe ve “Bișar Emîn” berpirsê ofîsa ENKSê li ser rola ragihanden bi berfireh axifî û , bi taybetî hat ser ragihandena encûmana neștîmanî ya kurdî li Sûriyê Di vê roja dîrokî de jî Nivîskar “Konê Reș” ku pispor e di dîroka Malbata Bedirxanoyan de , axifî li ser xebta malbata “Mîr Miqdad Bedirxan” , û anî ser ziman hemî rojnameyên kurdî ên hatin damezrandin ji sala 1898an heta îro bi rengekî berfireh, û da xuyakirin pêwistiya giring ji fêrbûna zimanê kurdî ji ber zimanê dayikê ye û bingehê Rojnamegeriyê Ziman e ..

Ragihandina ENKSê

Qamişlo .. Bêrîvan Omer

Leave A Reply

Your email address will not be published.