Serok Berzanî li ser malpera xwe ya fermî peyama pîrozbahiyê ya ji bo boneya cejna serê sala ola Êzîdiyan Çarşema Sor belav kir.
Berzanî pîrozbahiya xwe pêşkêşî xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê kir.
Serok Berzanî Hêvî xwest ku cejna Çarşema Sor ya îsal rûpeleke nû be ji kurdên Êzîdî re bo derbaskirina hemû nexweşî û dawî hatina êş û azarên wan û bikarin li sayeya aramî û birayetiyê da cejin û helkeftên xwe yên olî bigêrin.
Herwiha Barzanî di dawiya peyama xwe de got ” Cejna Çarşema Sor li hemû xuşk û birayên me yên Êzîdî pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê de”.