المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Semînerk siyasî li kampa Domîz hat lidarxistin..

0 82

Rêxistina Domîz a partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, îro roja înê 18ê sibata 2022an, semînerk siyasî li hola Nesredîn Berhek li ofîsa partî li darxist…

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji cemawer û kesayetên siyasî û endam û alîgirên partî .

Û ev semîner ji aliyê Dr,Ebdulhekîm Beşar ” cîgirê serokê Îtîlafê û endamê polîtbîroya PDK-Sê ve hate pêşkêşkirin..

Û herwiha di semînerê mijar û babetên girêdayî bi rewşa siyasî ve hatin gotûbêjkirin..

Û herwiha derbarê bûyer û pêşveçûnên herî dawî yên siyasî li Sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê gengeşekir..

Û Dr,Beşar di semînerê de behsa danûstandinên di navbera ENKSê û PYNKê de kir û astengiyên ku li pêşiya serkeftina van danûstandinan de derdikevin kir ,û herwiha ji bilî vê yekê êrîşên ku Ciwanên şoreşger pêktînin ji bo têkbirina diyaloga kurdî kurdî ji şewtandina ofîsan û girtin û revandina endaman de anî ziman ..

Û ji rexekî dî ve di vê semînerê de Dr,”Beşar ” pewendiyên di navbera Encûmena niştîmaniya kurdî li Sûriyê ENKSê û hevpeymaniya opozisyona Sûriyê de behis kir , û herwiha rewşa Efrînê û navçeyên din ên kurdî yên di destê opozisyonê û girûpên çekdar yên bi ser wê ve anî ziman û tekes kir ku ew kar tê kirin ji bo vegera xelkê bo navçeyên we û binpêkirinên ku li dijî wan têne kirin rawestînin…

Û di dawiya semînerê de beşdaran pirsên xwe diyarkirin û ji aliyê Dr,Beşar ve persiva wan hate kirin…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo..Hêvî Delî،Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.