المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI KOMÎTEYA PÊWENDIYAN A NÛNERTIYA ENKSÊ BI OFÎSA PÊWENDIYÊN YEKÎTIYA ISLAMÎ YA KURDISTANÊ RE CIVIYAN..

0 64

Di roja Pêncşemê 17.2.2022an de, şandeke ji Komîteya Pêwendiyên Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê, li Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.

Herwiha şanda Komîteya Pêwendiyan ya ENKSê ji birêz (Dr. Kawa Azîzî, serokê nûneratiyê, Raman Mele, Fadil Delî, Wa’il Umer) pêk dihat.

Herwiha şande bi germî ji aliyê,birêz Îbrahîm Xelîl endamê encûmena cîbicîkar û berpirsê ofîsa siyasî,Dr.Muhemed Hawîdiyanî, ndamê Komîteya Serkirdayetiyê û berpirsê Ofîsa Pêwendiyan û birêz Mihemed Darah Toyî, endamê Ofîsa Pêwendiyan ve hatin pêşwazîkirin.

Herwiha Kawa Azîzî, li ser rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdistana Sûriyê bi taybetî axivî.Navbirî behsa guhertina demografî ya mezin, koçberiya mezin û rewşa siyasî û aborî ya xerab li Kurdistana Sûriyê kir ku ew veguherî girtîgeheke mezinku tê de her tişt kêm e.

Û Azîzî li ser diyaloga kurdî û kurdî jî axivî û tekezî li ser serkeftina diyalogê kir, ku ew yekane rêya parastina tiştê ku ji kurdan li Sûriyê maye ye.

Azîzî herwiha balkişand li ser pêwîstiya hevxemiya aliyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê di van şert û mercên hestiyar de, û parastina Kurdistanê û destkeftên gelê Kurd li Herêma Kurdistanê ji dijminên Kurdistanê, ji ber ku Herêma Kurdistanê penageheke bo gelê hemû kurdên cîhanê ye.

 

Ji aliyê xwe ve, birêz Xelîl Ibrahîm, behsa rewşa Iraqê bi giştî û Kurdistana Iraqê bi taybetî kir û balkişand li ser hûrbûna meseleyên li ser rêkxistina mala Kurd û pêkanîna hikûmeta niha û kêşeyên li pêşiya xelkê.Û hikûmeta Herêma Kurdistanê .

Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevdîtinan û hemahengiya di navbera xwe de jî kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.