المجلس الوطني الكوردي في سوريا

5 pêşmergey şehîd ketin di êrîşeke DAÎŞ’ê

0 70

Duh bi derengîya şevê li bajarê Kuleco ya ser bi kifrî ya li Germiyanê terorîstên Daîşê êrîşî ser Hêzên pêşmerge kirin..

 

Û di encema vê êrîşê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 4 jî birîndarbûn..

 

Û navên wan pêşmergeyên ku di êrişa Daişdê de şehîdbûna ev in:

– Ismaîl Mihemed Ferec, Emîn Hisên, Îbrahîm Baram, Aras Semîn, Nebrerd Seîd..

 

Û herwiha di derbarê êrişa çekdarên Daişê ser Hêzên pêşmerge serokê Herêma Kurdistanê ” Nêçîrvan Barzanî ” peyamek belav kir û têde got:

 

“Sersaxî pêşkêşî malbatên wan şehîdên qehremanên şeva derbasbuyî dikim ku di dema bihaneveçûna hevsengerên Pêşmergeyan da li tixûbê Kuleco, şehîd bûn û canê xwe gorî kirin.

 

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im giyanê wan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesuûkarên wan yên serbilind bibexşê. Hêviya bi lez başbûnê ji bo Pêşmergeyên birîndar dixwazim.

 

Berfirehbûn û berdewamiya gef û êrîşên DAIŞ, peyama ciddî ya tirsnak in û gef û metirsiyekê rasteqîn li navçeyê derdixe holê. Ji bo wê yekê alîkarî û hemahengiya zêdetir di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, pêwîstiyekê bi lez ya nihayî û pêşîne ye.

Em daxwaz dikin mekanîzma wê hemahengiyê di navbera wan aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê de bi hevbeşî û piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bê çalaktir û berfirehtirkirin û pêk ve bi hemû hêz û şiyanek ve rûbirûyê teroristên DAIŞê û gef û metirsiyan bibin.”

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.