المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE RÊXISTINA HESEKÊ YA YEKÎTÎ KURDISTANÎ SERDANA XWECIHIYA ROJAVA YA HESEKÊ KIR.

0 75

Di roja duşemê 28.3.2022an de, şandeke Rêxistina Hesekê ya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê serdana navenda Encûmena Xwecihî ya Rojava ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve, li bajarê Hesekê kir.

Herwiha Şanda mêhvan ji aliyê endamên encûmena xwecihî ve, û
bi amadebûna endamê encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya dagirkirî birêz Ebdulrezaq Heso Kurdî ve hate pêşwazîkirin.

Di destpêkê de, bi xêrhatina şanda mêhvan hat kirin û amadebûyan li ser giringiya serdanên bi vî rengî bi xurtkirina rola encûmenên xwecihî û çalakirina karê wan, bi awayekî ku xizmeta Encûmena Niştimanî ya Kurdî cemawerî û siyasî bike, gotûbêj kirin.Bi taybetî ku encûmenên xwecihî girêdanek di navbera cemawer û Encûmena Niştimanî ya Kurdî de pêk tînin.

Û paşê amadebûyan rewşa giştî ya navçeyên dagîrkirî yên ji aliyê Tirkiyê ve, bi taybet Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê, û pêwîstiya dîtina çareseriyek ku bi garantî û sponseriya navdewletî ji bo xelkên resen vegerin malên xwe, gotûbêj kirin.Û dîtina mekanîzmayên taybetî yên ku vegerek ewledar û bêkêmasî misoger dike.

Herwiha di serdanê de, pêşhatên rewşa giştî, kirîza aborî ya li welat û pêwîstiya pabendbûna rêveberiya PYDê ji bo cîbicîkirina erkên xwe di warê dabînkirina pêdiviyên herî bingehîn ên jiyaneke bi rûmet hate gotûbêj kirin.

Di dawiya serdanê de, her du alî tekez li ser giringiya van serdanan kirin û nêrînên xwe pevguhertin û hêviya hevdîtinên din kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.