Îro roja yekşemê “31/1/2021″, şandek ji tevgera ciwanên Demoqiratî serdana ofîsa PDK-Sê û encûmena xwecihî ya bajarê Dêrikê kir.
Û herwiha şanda TCD bi seroketiya M,”Hemza Ismaîl” hevrêzê giştî ,û M,”Cinêd Seyid “berpirsê pêwendiyan û herwiha M, “Ebd-elrehman Husam” berpirsê rêveberî û M,”Behzad Murad “berpirsê rêxistinî pêk dihat..
Û herwiha ev şand hatin pêşwazîkirin ji aliyê serokê encûmena xwecihî ya Dêrikê M,”Elî Silêman ” û endamên xwecihiyê .
Û ji aliyê PDK-Sê jî ,ji aliyê endamê komîta navendî M,Hisên Silêman û M,Perîxan Dauwd û hin endamên komîta herêmî hatin pêşwazîkirin.
Û di derbarî vê mijarê de M,”Ebd-elrehman Husam, berpirsê rêveberî yê Tevgerê ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman ”
: di vê hevdîtinê de herdû aliyan bi giştî li ser bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada sûriyê bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê anîn ziman.
Û herwiha herdû aliyan li ser rewşa siyasî baş rawestiyan ser danûstandinên kurdî yên tên kirin di navbera ENKS ê û PYNKê.
Û ji rexekî dî ve di hevdîtinê de li ser giringiya rola ciwanan pêşketina wan di nava civakê de gengeşekirin”.
Û herwiha şanda Tevgera ciwanên Demoqiratî wêneyên Bavê neteweya kurdî Barzaniyê nemir diyarî Ofîsa PDKSê û Encûmena xwecihî ya Dêrikê kirin.
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî