المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Endamê ofîsa siyasî û berpirsê rêxistina giştî ya PDK-s û şandek li gel wî serdana ofîsa encûmena xwecihî ya şehîd Nesredîn Birhik kirin.

0 56

Di roja şemiyê “30/1/2021″, endamê ofîsa siyasî û berpirsê rêxistina giştî ya Partiya Demuqrata Kurdistan- sûriya, M,”Ebdelkerîm Bavê Loqman ” û hin endamên komîta Herêmî, serdana ofîsa encûmena xwecihî ya şehîd Nesredîn Birhik li bajarê ÇilAxa kirin.

 

Û herwiha ev şand hat pêşwazîkirin ji aliyê M,”Mihemed Emîn Ehmed ” .

Û herwiha herdû aliyan bi firehî li ser rewşa siyasî li sûriya û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê gengeşekirin.

Û ji rexekî dî ve herdû aliyan axifîn ser danûstandin û hevdîtinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de , encûmena niştîmanî ENKS ê û Partiyên Yekîtiya niştîmanî kurdî de derbarî yekrêzî û yekhelwesta kurdî.

Û di derbarî vê mijarê de herdû aliyan tekez kirin ser giringiya gihiştina nerîneke hevbeş di navbera ENKS ê û PYNKê de  .

Û herwiha ji aliyekî dî ve rol û çalakiyên encûmena xwecihî ya Şehîd Nesredîn Birhik dan xuyakirin .

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.