المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji TCD serdana ofîsa xwecîhiya Kornîş kir

0 99

Şandek ji Tevgera Ciwanên Demoqrat, îro roja şemiyê 13ê mijdara 2021″an, serdana ofîsa encûmena xwecîhî ya kornîş kirin bi boneya pêşkêşkirina pîrozbahiyê derbarê serbestberdana M, ” “Mihemed Ayo ” endamê desteya rawêjkarî ya bi ser PDK-Sê ve , û serokê berê ya xwecihiya Kornîş ya bi ser ENKSê ve…..

 

Û herwiha ev şand ji aliyê M, “Hemza Ismaîl” hevrêzê giştî yê Tevgerê û serkirda û endamên wê ve pêk dihat…

 

Û di vê derbarê de ev şand pîrozbahiyek germ arasteyî M, Mihemed Ayo kirin û hêviya berdana hemû girtiyan kirin yên di zindanên PYD’ê de ….

 

Û tê zanîn ku di roja “17”ê Tîrmeha 2021″an, hejmarek ji endamên partiya Demoqrata Kurdistan-sûriya hatibûn girtin ji aliyê Asayîşa bi ser PYDê ve ..

 

Û roja înê 5ê mijdarê serbest ji zindanên PYDê de hatin berdan her yek ji M, Mihemed Ayo ” endamê desteya rawêjkarî ya bi ser PDK-Sê ve û serokê berê ya xwecihiya Kornîş ya bi ser ENKSê ve , û her du endamên komîteya herêmî M, ” Mihemed Salih ” û M, “Berzan Hisên ” rojnamevanê kurd ….

 

Û herwiha tê zanîn ku ev ne cara yekem kesayetên siyasî û rojnamevan û çalakvanên kurd li Kurdistana Sûriyê ku kiryarên xirab ji kuştin û revandin û îşkencekirinê ku li derheqê wan têne kirin…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.