المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê serdana ofîsa Yekîtîya jinan kir

0 73

Duh roja şemiyê 4ê Berçilya 2021″an, şandek ji şepêla paşeroja kurdistan Sûriya, serdana ofîsa Yekîtiya jinên kurdistana Sûriyê kirin …

Û herwiha ev şanda ŞPKS ji M, ” Ekrem Hisên ” serokê desteya çîbiçîkar, û hin endamên wê pêk dihat…

Û şand ji aliyê seroka Yekîtîya Jinan M, Ariya Cûma ” û hin endamên wê hatin pêşwazîkirin….

Û di derbarê vê hevdîtinê de her du aliyan bi giştî ser pêşveçûn û pêşhateyên herî dawî yên siyasî li deverê û bi taybetî rewşa siyasî li navçeyên kurdî li Kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin. .

Û di heman mijarê de her du aliyan tekez kirin ser rola encûmena niştîmanî ENKSê piştgirîya wê ji bo pirojeya netewî kurdî li kurdistana Sûriyê de anîn ziman…

Û ji rexekî dî ve di vê hevdîtinê de her du aliyan ser pêkanîna tundiya ser jinê û herwiha derbarîe giringiya rola jinê di vê qonaxa hestiyar de û astengiyên der heqê mafê jinê têne kirin behiskirin…

Û di dawiyê de her du aliyan tekez kirin ser berdewamiya serdanên bi vî awayî ku dikeve di ber xizmeta doz û mafê gelê kurd de ….

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.