المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya beşdarî konê şîna xebatkar ” Xalid Meşayîx bûn …

0 81

Îro roja yekşemê 5ê berçileya 2021″an, encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve beşdarê konê şîna xebatkar ” Xalid Meşayîx” li bajarê Qamişlo kirin û ji aliyê malbata Meşayîx ve hatin pêşwazîkirin…

Û herwiha hêjaya ronahiyeke ser kurte jiyana Xebatkar ” Xalid Meşayîx ” …

 

Xebatkar û têkoşînar “Xalid Elmeşayîx” ji dayîk bûna sala 1937an ” li bajarê Dêrikê yê kurdistana Sûriyê, kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer û ji kesên pêşî de yên tevlî nava refên Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya bû, ji dema damezrandina partî de , ji bo serkirdayeta partî di wî demî de hate hilbijartin, û piştre wek endamê komîteya rawêjkariya PDK-Sê hate hilbijartin..

 

herwiha di kongirê yekbûnê de bi navê kongira niştîmanî de beşdarbû bi serperiştiya ” Mela Mustefa Barzanî” sala 1970an ….

 

Û herwiha ji bo xebata “Meşayîx ” ya netewayî çendîn caran hatiye girtin ji aliyê rêjîma Sûriyê…

Û ji rexekî dî ve piştî serkirdayeta partî zinara Erebî red kir Xebatkar ” Meşayîx ” di gel hejmarek ji hevalên xwe hatin girtin ji aliyê rêjîma Esed ve û 8 sala di zindanên rêjîmê de man…

 

Lê ev yek nebû kelem li pêşiya rawestandina kar û xebata ” Meşayîx ” ya kurdayetî û netewayî û niştîmanî de her di têkoşîna xwe de berdewam bû ji bo doza Azadiya kurdan…

 

Û herwiha di 3 ê Berçilya 2021″an ” li welatê Elmaniya Xebatkar ” Xalid Elmaşayîx” çû ber dilovaniya xwedê …

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.