المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI RÊXISTINA GIRIKÊ LEGÊ Û ÇIL AXA YÊN PYK-SÊ SERDANA XWECIHIYA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK KIRIN

0 92

Di roja pêncşemê 13.1.2022an de,q şandek ji rêxistina Girikê Legê û Çil Axa yên PYK-Sê, serdana xwecihiya Pakrewan Nisredîn Berhik ya bi ser ENKSê ve, kirin.

Herwiha şand bi serokatiya, M.Ferhan Merî endamê Komîteya Siyasî û birêz Beşîr Tehlo, endamê komîteya Şêwirdarî ,birêz Sebah Hemedo endamê komîteya navendî û hejmarek endamên ji komîteya Herêmî û şax yên PYK-Sê.

Di destpêkê de, cîgirê serokê encûmena xwecihî birêz Ebdî Şindî bixêrhatina şanda partiyê kir û balkişand li ser wê yekê ku serdanên bi vî rengî, dê peywendiyên di navbera pêkhateyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de bihêztir bike, û ew derfetek giring e ji bo pevguhertina bîr û ramanan, li ser mijarên cuda, çi li ser asta kurdî û çi li ser asta Sûriyê.

Herwiha Ji aliyê xwe ve, endamê komîta Siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistan – Sûriya birêz Ferhan Merî, spasiya serokatiyê û endamên encûmena xwecihî ya şehîd Nesredîn Berhik kir ji bo pêşwaziya wan ya baş û got:”Xwecihiya pakrewan Nesredîn Berhik , ji damezrandina xwe heta niha bûye cihê şanaziyê ji bo hemû gelê kurd ji ber tiştên ku ji xebat û têkoşîna ji bo serxistina pirojeya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û doza kurdî li Sûriyê, û zehmetî hilgirt û endamên wê ji bo vê yekê fedakarî kirin.

Û wî got jî ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî di qonaxeke dijwar û çarenivîser re derbas dibe û rastî gelek zehmetiyan tê, û tekezî li ser giringiya xebata komî di Encûmenê de, aktîvkirina ofîsên Encûmenê, û dîtina mîkanîzman ji bo bilindkirina asta çalakî û karîgeriya Encûmenê kir. wek projeyek netewî ku di deh salan de karîbû bibe dengê kolana kurdî.

Û bi rêz Merî, daxwaza jinûve destpêkirina danûstandinên Kurdî kir da ku bibe destpêkek bo danûstandin û diyalogên Sûriyê bi hemû pêkhate û aliyên wê re ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî.

Û daxwaza azadkirina hemû girtiyên siyasî yên li cem rêveberiya bi ser PYDê ve kir, di nav de endamê encûmena xwecihî ya şehîd Nisredîn Berhik birêz Ebdulxefûr Mihemed.

Wî tekezî li ser pêwîstiya parastin û piştgirîkirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi hemû rê û rêbazan kir ji bo serkeftina kongireya wê ya çaremîn, ku di nêzîk de tê lidarxistin”.

 

Herwiha Ji aliyekî djn ve, birêz Sebah Hemedo got ku me weke partiya Yekîtî gelek komxebat bi mebesta dîtina mekanîzma û çalakiyên nû lidarxistine ku bi mebesta lidarxistina konferanseke neteweyî û niştimanî bi serkeftî , bi taybetî li gor rewşa niha. Encûmen niha di qonaxeke rawestanê re derbas dibe û divê em hemû kar bikin ku di zûtirîn dem de konferansa Encûmena Niştimanî li dar bixin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.