المجلس الوطني الكوردي في سوريا

8 SAL LI SER REVANDINA ÇALAKVANÊ KURD EMÎR HAMID RE DERBAS DIBE.

0 91

Di heştemîn salvegera revandina wî de, malbata çalakvanê Kurd Emîr Hemid di daxuyaniyekê de, daxwaz kirin ku çarenivîsa kurê xwe eşkere bike ku ji aliyê îstixbarata Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê ya Partiya Yekîtiya Demokrat li Kurdistana Sûriyê ve, hatiye revandin û çarenivîsa wî hîn ne diyar e.

Di daxuyaniya malbatê de, wiha hat gotin: “Bi nêzîkbûna sala nehemîn a revandina birayê me Emîr Hamid ji aliyê îstixbarata Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve, rewşa wî û çarenivîsa wî ji dema revandina wî di 11.1.2014an de, heta niha ne diyar e, tevî ku malbatê gelek daxuyanî dan û bang li vê sîstemê û rêxistinên civakî kirin,da ku çarenûsa wî eşkere bike û rastiyê eşkere bike.”

Herwiha di daxuyaniyê de, wiha hat gotin “Tevî daxuyaniyên fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî, ti bersivek wan nîne.Û mikur hatin ku ew berpirs in ji revandin û revandina Fû,ad Îbrahîm di 10ê Çileya 2020an de û avakirina komîteyek ji bo lêkolînê, û hewla naskirina çarenivîsa wan û agahdarkirina raya giştî, lê mixabin heta îro tu bersiv nehatiye dayîn.”

Herwiha,daxuyaniyê daxwaz ji desthilatên ku herêmê birêve dibin, çarenivîsa Hamid ji ew çeteyên ku ew revandine zelal bikin.

Li gorî daxuyaniyê, malbatê di daxuyaniya xwe de her wiha bang li rêxistinên mirovî, sazî û komeleyan kir, ku careke din destwerdanê bikin û piştgiriyê bidin me da ku çarenivîsa wî were zanîn”.

Hêjayî gotinê ye, ku dosyaya kesên revandî, yek ji wan mijaran e ku ENKSê, daxwaza bidawîkirina wê bi riya diyalogên bi PYNKê re kiriye, ku ev zêdetirî salekê bûye ew danûstandin hatine rawestandin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.