المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji rêxistina Duhokê ya PYK-Sê serdanda kampa Berdereş kir…

0 64

Şandek ji rêxistina Duhokê ya bi ser Partiya Yekîtiya kurdistan- Sûriya ve ,  roja çarşemê 2ê sibata 2022an,bi serokatiya endamê komîteya navendî M,Ekrem Reşîd” serdanda kampa Berdereş a penaberên kurdistana Sûriyê li Herêma kurdistanê kirin …

 

Û ji aliyê rêveberê kampê M, Aram Hadî ” ve hatin pêşwazîkirin…

Û herwiha di vê hevdîtinê de derbarê rewşa penaberan li kampê bi awayekî giştî hate gotûbêjkirin..

 

Û herwiha di heman hevdîtinê de li ser mekanizma û çawaniya pêşkêşkirina alîkariyan ji bo penaberan û herwiha derbarê rêjaya alîkariyên ku ji aliyê rêxistinên Neteweyên Yekbûyî ve têne pêşkêşkirin hate behiskirin …

 

Û herwiha ji aliyê xwe ve M,Ekrem Reşîd” spasiyeke germ arasteyî hikûmeta Herêma kurdistanê û rêvebiriya kampê û dezgeha xêrxwaziya Barzanî kir ser rol û karê we di pêşwazî û alîkariya penaberan de…

 

Û tê zanîn ku ji sedema êrîşkirina Tirkiyê û çekdarên wê li ser herêmên kurdî li kurdistana Sûriyê ” Girê Sipî, Serê Kaniyê , û herwiha rewşa Aborî ya zehmet êdî bûn sedema koçbarkirina hejmarek mezin ji welatiyan û beşek ji wan li kampa Berdereş li herêma kurdistanê niştecîbûn…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.