المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILROJIYA TÊKOŞER HEMÎD HAC MÛSA SÎNO JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE HAT VEJANDIN..

0 82

Di roja sêşemê 1.2.2022an de, çilrojiya têkoşer endamê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê li gundê Şora Rojava ya bi ser bajarê Dirbêsiyê ve ji aliyê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên rewşenbîr yên serbixwe û bi beşdarbûna hejmarek ji cemawerên ENKSê û dostên rahmetî yên wê deverê.

Di destpêk de, hemû mêvanên beşdar hatin bixêr hatin ji aliyê M.Elî Fetah û piştre kêlîkek bêdeng rawestiyan li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û giyanê Têkoşer Hemîd Hac Mûsa Sîno.

Herwiha li ser gora têkoşer gotina Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve, ji aliyê cîgirê serokê xwecihiyê M.Idrîs Şêx Xelef ve, hate pêşkêş kirin.

Di derbarê axaftina xwe de,rol û kurtejiyan têkoşer Hemîd Hac Mûsa,

ji aliyê kurdayetiyê,niştimanperwerî Aştiyê, civakî û xêrxwaziyê diyar kir û bi awayekî bilind nirxand..

Û Xelaf got em sozê didin hevalê xwe bavê Hisên em dê berdewam bin li ser rêbaza wî rêbaza pirojeya netewî bi awayekî xurtir.

Wek tê zanîn rahmetiyê Hemîd Hac Mûsa,kesayetekî Kurdperwer ,civaknas û mafxwazê gelê xwe.

Û li ser rêbaza Barzaniyê nemir pabendî plana xwe ya têkoşînê bû heya ku wî koça dawî kir.

Daxwaza wî ya herî mezin dîtina pêkanîna mafên gelê xwe li Kurdistana Sûriyê bû.

Li gorî xwesteka wî ku di her serdanekê de li ser gora wî, ku gora wî bi Alaya Kurdî, Ala hêviya neteweya Kurd bipêçin.

Û roja veşartina wî jî  ew bi Alaya Kurdî hat pêçan û hevalên wî û malbata wî  xwesteka wî bi cî anîn.

Di dawiyê de, hemû beşdar hatin spas kirin ji aliyê Encûmena

Xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve.

Wek tê zanîn Di roja Înê 24.12.2021ê de, xwecihiya Pakrewan  Ciwan Elqutna bi merasîmek bi nirx têkoşrê wefedar li goristana gundê Şora Rojava ، Xebatkar Hemîd Hac Mûsa Sîno, “bavê Hisên” endamê xwecihiyê sipartin axê  piştî ku koça dawî kiribû .

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.