المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI PYDKÊ SERDANA OFÎSA XWECIHIYA ROJAVA YA HESEKÊ YA BI SER ENKSÊ VE KIR..

0 75

Di roja înê 19.11.2021ê de,şandek ji PYDKê,bi serokatiya sekretêra partiyê Xanim Fesla Yûsif,û hin endamên destaya rêveber, serdana ofîsa encûmena xwecihî ya Rojavayê Hesekê ya bi ser ENKSê ve kir.

Herwiha Serokê Encûmenê birêz Xelef Emînakê, bixêr hatina wan kir û spasiya serdana wan kir

Û ji aliyê xwe ve xanim Fesla Yûsif spasiya pêşwazîkirina endamên xwecihiyê kir.
Herwiha di vê serdanê de,li ser giringî û rola encûmenên xwecihî di bihêzkirina cemawerê encumenê de axivîn, ji ber ku ew girêdana di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û cemawerê gelê me de pêk tînin.

Herwiha di civînê de behsa wê yekê hat kirin ku pêwîste aliyên encûmenê rola xwe di vejandina karê encûmenê de bilîzin, û bi awayekî aktîf beşdarî xebatên encûmenê bibin.

Yûsif, di dirêjahiya axaftina xwe de behsa pêşhatên dawî yên rewşa siyasî, pêşhatên diyaloga kurdî – kurdî, hevdîtina dawî ya li gel balyozê Emerîka birêz Dêvid Birawniştayîn bi riya (On Layin) kir û tekezî li ser piştevaniya Emerîka ji diyalogê kir.

Yûsif, gefên vê dawiyê yên Tirkiyê û helwesta Emerîka û Rûsyayê jî nirxand.

Yûsif,di axaftina xwe de behsa diyalogên Komîteya Destûrî û nêrîna çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re kir.

Herwiha di hevdîtinê de her du alî behsa gef û lêpirsînên vê dawiyê yên Istixbaratê bi ser PYDê ve ku kir , ji malbatên Pêşmergeyên Roj, hewlên acizkirina wan û zext û fişara ku dikin li ser van malbatan .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.