المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: PÊŞANGEHEKE HUNERÎ LI SER JIYANA TÊKOŞERÊ NEMIR DR.NÛREDÎN ZAZA.

0 67

Navenda Dr.Nûredîn Zaza ya Çand û Hunerê, pêşangeheke hunerî li navenda encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve li bajarê Amûdê hat pêşkêş kirin.

 

Herwiha ev pêşangeh ku berhevoka wêneyên belgeyî yên li ser têkoşerê nemir Nûredîn Zaza ye û herwiha ronîkirina beşek ji berhemên wî yên wêjeyî (Bîranînên Kurdî yên Jiyana Min – Pirtûka Mimê Alan.

 

Wek tê zanîn avakirina vê navendê ji rêzgirtin û ji xebata Dr.Nûredîn Zaza ya di belavkirina bîr û kultura Kurdî de û di heman demê de xebat û têkoşîna wî di nav Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê de wek serokê yekem yê partiyê tê.

Herwiha ev pêşangeh di du rojan de bû, roja Çarşem û Pêncşemê.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.