المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji PDK-sê Serdana Ofîsa PYDKê li Qamişlo kir ji bo pîrozbahiyê…

0 77

Îro roja şemiyê 20″ pûbera 2020 an,piştî ofîsa partiya yekîtiya Dîmoqiratî kurdistanî ya li bajarê Qamişlo hat vekirin, şandek ji PDKS ê, serdana ofîsê kirin ji bo pîrozbahiyê û beşdarbûnê di vê vekirinê de.

Û herwiha M,Fesla Yûsif, Sekirtêra Partiya yekîtiya Demoqiratî kurdistanî û endama desteya seroketiya ENKS ê, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman : “Ofîsa me hat vekirin di vê qonaxê de de ku bibe navenda kar û xebata miletê kurd û bibe cihê guftugoyê û em weku tevgera siyasî pirsgirêkên xwe têde çareser bikin”.
Û herwiha Yûsif berdewam kir gotina xwe li ser daxuyaniya hevbeş û danûstandinên aliyên kurdî di nav bera Encûmena niştîmanî ENKS ê, û Partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî , û got :

” ku me di qonaxa yekemîn de karîbû bi hevre ENKS ê û PYNK, bighêjin hev û nerîneke siyasî hevbeş ,û herwiha di demek nêzîk de qonaxa duyem ji danûstandinan wê dest pê bike ,û têde doseyên giring di asta rêveberî û leşkerî de werin guftugo kirin”.

” Û ji aliyekî di ve daxwaz û armanca me weku encûmena niştîmanî di van danûstandinan de bi gihêjin rêkeftineke bi giştî ku bibe zemînek ji pirojeya Neteweyî kurdî li Kurdistana sûriyê”. .

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.