المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI PYKS SERDANA OFÎSA TEVGERA ÇAKSAZÎ LI BAJARÊ QAMIŞLO KIR.

0 75

Di roja înê 19.6.2020an de,şandek ji partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye bi serokatiya mamoste Silêman Oso serdana ofîsa Tevgera Çaksaziya Kurdî -Sûriye li bajarê Qamişlo kir.

Herwiha şanda partiya Yekîtî  hatin pêşwazîkirin ji aliyê hevrêzê giştî yê TÇKS mamoste Fêsel Yûsif û hin endamê ofîsa cîbicîkar û hevrêza giştî.
Û mijarnên giring jî hatin gengeşe kirin.

Herwiha herdu aliyan bûyerên siyasî yên nû giftûgo kirin,û li ser rewşa ENKSê baş hat sekinandin û tekez kirin li ser pêdekariya wê ,ji ber ku dibînin ENKSê navnîşaneke neteweyî û divê parastina wê bibe.

û cihê wê jî rast û durist e rêkbera Siyasî  dijî rêjîma faşist .

Herwiha Her du aliyan tekez kirin li ser kar û xebatên hevbeş , ta pêdiviyên pêwist bibînin ji bo pêdekarî û ragihandina hemû pêkhateyan û karîgerên ENKSê bikin , ta neyêniyan zêdegav bikin.

Herwiha herdu aliyan danûsitendinên bi PYDê re ji bo yekhelwesta Kurdî li Sûriye giring dîtin di vê qonaxa hestiyar de ya ku jiyana xelkên herêma Kurdistana Sûriya ber bi zahmetiyê de deçe  ji hemû aliyan.

Herwiha herdu aliyan tekez kirin li ser giringiya berdewamiya danûsitendinan di navbera ENKSê û PYDê ji bo bi destxistin û serkeftina mijarên ku di qonaxên bê de werin gengeşe kirin.

Herwiha her du aliyan di dawiyê de, tekez kirin li ser giringiya van dîtinên hevbeş ji bo nêzîkirina di raman nerînan de.

Ragihandina ENKSê
Raport:ElîFetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.