المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI PARTIYA YEKÎTÎ SERDANA WELATPARÊZ ELÎ TENKO KIRIN…

0 78

Di roja înê 5.2.2021ê de,şandek ji desteya şêwirdariyê û rêveberên partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya,serdana endamê desteya şêwirdariyê ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya birêz Elî Tengo kirin pîştî serbest berdan wî ji aliyê istixbaratê bi ser PYDê ve.

wek tê zanîn di roja yekşemê 31.1.2021ê,birêz Elî Tenko ji aliyê istixbaratê bi ser PYDê ve yên bajarê Dirbêsiyê hatibû binçavkirin.

birêz Elî Tengo ku bi xwe ji nişteciyên gundewarên bajarê Serê Kaniyê ye.

Û ji xaniyê xwe derneketibû piştî êrîşkirina Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve li ser bajarê Serê Kaniyê.

Herwiha gundê birêz Elî Tenko navê wî Til Sexer û ew gund hemû bi navê malbata Tengo tê nasîn û gundê wan dikeve ser riya bajarê Dirbêsiyê û Serê Kaniyê û nêzîkî 10km dikeve rojhilatî bajarê Serê Kaniyê”.

Herwiha birêz Elî Tengo hatibû serdana zarokên xwe bike li bajarê Qamişlo.

Lê ji roja yekşemê istixbaratê bi ser PYDê ve, yên bajarê Dirbêsiyê li ser riya telefonê ew xwestin,lê li wê derê wî binçavkirin û heta roja pêncşemê 4.2.2021ê,wî serbest berdan.

Hêjaye gotinê ku,partiyên kurdî yên xwedî piroja neteweyî ya ku partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya,yek ji wan partiya ye û di heman demê de,xwedî li dost û welatparêzan derdikevin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah
.

Leave A Reply

Your email address will not be published.