المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÊXISTINA TIL TEMIR YA PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ – SÛRIYA TERMÊ HEVALÊ XWE(XELEF SÎNO)BI ALAYA KURDÎ PÊÇAN Û BI RÊWRESIM BINAXKIRIN…

0 83

Di roja înê 5.2.2021ê de, bi merasîmekî mezin li Kurdistana Sûriye, rêxistina Til Temir ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya, li goristana Micêbira ya Zirgan li ser riya M4 rojhilatî bajarê Til Temir ,hevalê xwe “Xelef Sîno bavê Şêrîn” wî binaxkirin piştî ku koça dawî kiribû .

 

Herwiha bi beşdarbûna hejmarek ji xelkên herêma bajarokê Til Temir û gundewarên wê.

Herwiha têkoşer Xelef Sîno endamê komîta herêmî bû ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya û temenê wî 65 sal bû.

Herwiha têkoşer Xelef Sîno ji nişteciyên xelkên bajarê Serê Kaniyê bû.

Lê piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve li ser bajarê Serê Kaniyê di 9.10.2019 koçber bû û li bajarokê Til Temir bi cih bibû.

Herwiha wek tê zanîn têkoşer Xelef Sîno bavê Şêrîn kesayetekî mêrxasbû û xwedî helwest bû di ber berevaniya mafê gelê kurd de, li Kurdistana Sûriya di jiyana xwe de, bi tevgera kurdî ya neteweyî re.

Hêjaye gotinê ku,Têkoşer Xelef Sîno bi xemgîniya vegerandina ser mal û milkên xwe koça dawî kir û ew xemgînî pê re çû gorî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.