المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI HDK-SÊ SERDANA OFÎSA PYK-SÊ KIR..

0 83

Duh danê êvarê, di roja pêncşemê 2/12/2021ê de, şandek ji endamên ofîsa Cîbicîkar ya Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriya, serdana navenda PYK-sê li bajarê Qamişlo kir, ku şand ji M.Nesir Îbrahîm, D.Selah Mûrad û M.Menar Osman pêk dihat.

 

Herwiha şand hat pêşwazîkirin, ji aliyê sekretêrê PYK-S M.Silêman Oso û hejmarek ji endamên komîta siyasî.

Herwiha Her du aliyan bi dirêjî rewşa Sûriyê, bi giştî û pirsa kurdî bi taybetî gotûbêj kirin, ku di serî de mîkanîzma pêşxistin û çaksazkirina encûmenê, aktîvkirina hemû deste û ofîsên wê, û lezkirina lidarxistina kongirê wê.

Ji aliyekî din ve her du alî rawestiyan li ser danûstandinên Kurdî/Kurdî yên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên Yekîtiya Niştimanî ya bi serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, û astengiyên ku li pêşiya serkeftina vê pêvajoyê ne.

Di dawiya hevdîtinê de, her du alî tekezî li ser berdewamiya civînên dualî ya ku dikeve xizmetkirina gelê Kurd kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.